Pages

Çîroka Kûçikên Birçî

bê welat jî mirov dikare bijî
mîna kûçikan
mîna kûçikên bêxwedî
dinya welatê min e
mirov dikare bêje
mîna utopîstan
mîna kûçikên utopîst
lê dema ku tu di ber kê re derbas bibî
pehîna xwe li te bide
biçî ku, her kes kûçikê xwe berra te bide
him tu kes bêxwedîtiya te qebûl neke
him jî tukes li te xwedî dernekeve
û li seranserî cîhanê
hestiyên berateyeke bêxwedî jî tune be ku tu bikojî
wê demê belkî xwediyek û welatek ji te re lazim be
ji bo ku tu kûçiktiya xwe bijî

Ferîd Xan

Hin keçên me Kurdan

Hin keçên me Kurdan he ne, tu dibêjî qey Jennifer Lopezê av li destê wan kiriye. Hinde qurre û hinde ji xwe razî ne. Çima gelo? Bi Xwedê ez nizanim. Lehza ku ez hîmbim ezê ji we ra bêjim, soz. Heger ku hûn dizanin, xêra îmana xwe ji min ra jî bêjin.

Navê min çi ye?

Ev çend meh e carê carekî hevalekî min ê zaroktiyê tê bîra min. Nizanim çima. Wan pêlên han min got dibe tiştek pê hatibe, lê nexêr, heger ku tiştek hebûya minê bibhîsta. Lêbelê, çima hevalê min hema sa tê bîra min?

Ez carinan bi tiştên metafîzîk jî baweriya xwe tînim. Îcar min got belku ez jî tême bîra wî, lewma ew jî her tê bîra min; dan û standineke nexuyayî di navbera me da çêdibe belku, kî dizane?

Du-sê roj ewil ez li cîhekî bûm. Jixwe heftê carekî diçime wî cîhî. Li wir keçikek heye, ez navê wê nizanim, min qet jê nepirsiye jî. Baş e, tu nebêjî ew jî navê min nizane. Min digot qey dizane, lewra ez li wir gelek caran axivîme. Erê... Nizanim çi bû, keçikê bi navekî din gazî min kir. Lêbelê ez jê venegeriyam, çima ku ew navê ku wê hildida yê min nebû. Min go qey behsa yekî din dike. Demek derbasbû, keçikeke din a ku li kêleka min rûniştî ji min ra got ku ew behsa min dike. Gava ku merivên li wir hemû bi meselê hisiyan bi min keniyan. Keçika kêleka min navê min ji ya din ra got. Ewê jî got qusûrê nenhêrre filan bêvan. Min got na heyran, qusûra çi. Ez jî li wan zivirrîm û keniyam. De îcar ka bêjin, ew navê ku keçikê hew dizanibû navê min e, çi bû?

Erê, ew nav navê wî hevalê min bû. De icar were, li tiştên metafîzîk bawer neke.

De were lê, were lê yarê...

Ê baş e birê min, de ka ev salek e te ev der vekiriye, lê hîn tiştekî bi qîmet tê de tune ye. Tê binivîsî binivîse, nanivîsî lêxe here.

Belê, nivîsîn bi alîkî va tiştekî hêsan e, lê bi alîkî va jî dijwar e. Mînak, li feysboq'ê binhêrin hûnê bibînin ka çendî hêsan e; bi mîlyonan meriv, bi şev bi roj tê da dinivîsin. Lêbelê nivîsîn heye, nivîsîn heye. Heke ku tu dixwazî tiştên baş, ên bi rêk û pêk binivîsî divê tu hin şert û mercan bînî cîh. Mesela divê tu bixwînî. Ne wisa? Erê. Gava ku sergîn diqedin, dawiya wan tê, li erdê gelek peyn dimîne. De îcar wekî ku sergîn kêrî mêriv tên, em wan bişibînin gotinên bi qîmet. Ew gotin motinên bêpere, yên ku me got di feysboq'ê da her pêk tên, ew jî jixwe peyn in.

Belê, min feqîrî jî, vaye hûn dibînin, hewl daye ku ez li vir, di vê sîteyê da binivîsim, hêvîdikim ezê tiştên baş û xweş binivîsim. Bizanibin ku çi ji destê min were ezê daynim ser sifrê, êdî hûn bi Xwedayê xwe. 

Ez kî me? Yan, na na, em vê pirsê bi vî awayî na, lê bi awakî din bipirsin. Ez kî nîn im?

Belê, ez kî nîn im? Ez ne alim im, ne seyda me, ne şêx im, ne mela me. Ez ne profesor, ne mamoste, ne xoce û ne zane me. Hela hela, ez teqez întelektûel nîn im. Rast e, min jî wextekî dixwest ku ez bibim filan tişt bêvan tişt. Lê demekê şûnda min pê derxist ku ew tiştên ez dixwazim bibim, her der bi wan tijî ye. Îcar çawa tijî: heta ser lêvan. Tijî qûç! Baş e, min got, wekî rewş ev e, ne hewce ye ez jî bibim filan tişt. Mesela, kî hewceyî alimtiya min, şêxtiya min e? Qet tu kes jî nîn e. Jixwe îro tu li civata me Kurdan dinihêrî, Xwedê bereketa xwe li navxistiye, kî alî dizvirî, mamoste, kî alî vedigerî zaniyar... Xwe didin ber televîzyonê, tiştekî du tiştan dibihîzin, subê radibin, wan gotin motinên ku duh êvarê bihîstine nola tûtîyekê dubare dikin, çawa ku fikr û ramanên wan bixwe bin. Na bavo na, min ne lazim e. Ez tu kes jî nîn im, bes Xarmaxozan im.

Bes e, di nivîseke din da emê dîsa hevdu bibînin. Bimînin di xêr û xweşiyê da.

Nivîs mivîs

Merheba ji we re...

Min ev blog qasî heşt-neh mehan berê vekir. Ka bêje te çima vekir? Weleh bavê min, ezê çima vekim, ji ber ku ez bidim nîşan êdî ez jî dikarim binivîsim. Na na, şaş fêm nekin, ez heft saliya xwe de hîmî nivîsînê bûbûm jixwe, mebesta min ew bû ku ez bidim nîşan êdî ez bi Kurdî jî dikarim, ango dizanim binivîsim.


Baş e, de ka îcar tê çi binivîsî? Ka bise ji we re bêjim. Carkî ez û hevalekî xwe çûn mala wan. Nîvro bû. Hevalê min gote diya xwe, "Dayê ez birçî me." Diya wî jî lê wergerand: "Tê çi bixwî?" Heval got, "Dayê, ma qey vira loqente ye?" Diya wî got, "Erê lê, loqenteya bavê te ye." Heval got, "Dayê, de henekan neke. Wekî ku ne loqente ye, tu çi ji min dipirsî ka ezê çi bixwim. Li malê çi hebe ezê wî bixwim" Diya wî ji got, "Weleh tu rast dibêjî." Îcar mesela min jî hema ev tişt e. Ez dê di vê blogê de, ne tiştên ku hûn dixwazin –lewra vira ne loqente ye– lê tiştên ku di serê min de hazir in, wan binivîsim. Ev jî tê wê wateyê ku nivîsên vê blogê de bên nivîsîn, wê ne li derûdorên mijareke sereke herin werin, lê wê li vir banzdin wir, li wir jî banzdin vir; car wê bê ezê li ser ziman binivîsim, car wê bê li ser xwezayê, car wê bê li ser eşq û evînê, û car wê bê li ser derd û kulên dunyayê... Hêvî dikim derdê min hat fêm kirin.


Dibe ku hûn bêjin tu kî yî? Ez Xarmaxozan im. Di çîrokan de dijîm. Zarok ji min ditirsin, lê wellahî billahî ez naxwazim wan bitirsînim, hema bixwe ditirsin, yan jî diya wan, wan bi min dide tirsandin. Îcar ka sûcê min çiye? 


Ez niha naxwazim zêde dirêjkim. Paşê heminî ezê ser gelek mijaran binivîsim, wê dor were min jî, were zarokan jî, û were diyawan jî.


Vê gavê hûn baş li xwe binihêrin. Slav û rêz.

Destpêk

"Ez çi bêjim, çi beyankim?" Bi Xwedê ez jî nizanim ezê çi bêjim. Di nivîseke destpêkê de ma mirov çi dinivîsîne? Yan jî di axaftineke destpêkê de mirov çi dibêje?

Tiştên gotinê hem pir in hem jî hindik in. Carinan mirov tijî ye, bi saetan dikare biaxive, carinan jî vik vala ye, nikare qet tiştekî jî bêje. Ev ne ecêb e. Lê tişta ecêb ew e ku carinan mirov tijî ye jî nikare peyvekê biaxive. Ya hê ji vê jî ecêbtir ew e ku carinan mirov vik vala ye lê her diaxive. Xwedê mirov nexe vê rewşê, zor e, ne wisa?


Selam elêkim. (Law, mirov selamê di serî de dide, ev çiye?) Ê de min di serî de got ku ez nizanim ezê çi bêjim. Heta niha gelek caran min nivîsên destpêkê nivîsîne, ev ne ya yekem e jî, lê dîsa jî wisa dixuyê ku ezê tevlihev kim. Baş e, hêçkî ku min tevlihev nekiriye, divê ez vê nivîsa destpêkê di vir de bibirim. Heminî nivîsên berdewam kin.

Slav...

Di demeke nêzîk de, di vê bloga xwe de ezê dest bi nivîsên xwe yên Kurdî bikim.