Pages

Navê min çi ye?

Ev çend meh e carê carekî hevalekî min ê zaroktiyê tê bîra min. Nizanim çima. Wan pêlên han min got dibe tiştek pê hatibe, lê nexêr, heger ku tiştek hebûya minê bibhîsta. Lêbelê, çima hevalê min hema sa tê bîra min?

Ez carinan bi tiştên metafîzîk jî baweriya xwe tînim. Îcar min got belku ez jî tême bîra wî, lewma ew jî her tê bîra min; dan û standineke nexuyayî di navbera me da çêdibe belku, kî dizane?

Du-sê roj ewil ez li cîhekî bûm. Jixwe heftê carekî diçime wî cîhî. Li wir keçikek heye, ez navê wê nizanim, min qet jê nepirsiye jî. Baş e, tu nebêjî ew jî navê min nizane. Min digot qey dizane, lewra ez li wir gelek caran axivîme. Erê... Nizanim çi bû, keçikê bi navekî din gazî min kir. Lêbelê ez jê venegeriyam, çima ku ew navê ku wê hildida yê min nebû. Min go qey behsa yekî din dike. Demek derbasbû, keçikeke din a ku li kêleka min rûniştî ji min ra got ku ew behsa min dike. Gava ku merivên li wir hemû bi meselê hisiyan bi min keniyan. Keçika kêleka min navê min ji ya din ra got. Ewê jî got qusûrê nenhêrre filan bêvan. Min got na heyran, qusûra çi. Ez jî li wan zivirrîm û keniyam. De îcar ka bêjin, ew navê ku keçikê hew dizanibû navê min e, çi bû?

Erê, ew nav navê wî hevalê min bû. De icar were, li tiştên metafîzîk bawer neke.

No comments:

Post a Comment