Pages

De were lê, were lê yarê...

Ê baş e birê min, de ka ev salek e te ev der vekiriye, lê hîn tiştekî bi qîmet tê de tune ye. Tê binivîsî binivîse, nanivîsî lêxe here.

Belê, nivîsîn bi alîkî va tiştekî hêsan e, lê bi alîkî va jî dijwar e. Mînak, li feysboq'ê binhêrin hûnê bibînin ka çendî hêsan e; bi mîlyonan meriv, bi şev bi roj tê da dinivîsin. Lêbelê nivîsîn heye, nivîsîn heye. Heke ku tu dixwazî tiştên baş, ên bi rêk û pêk binivîsî divê tu hin şert û mercan bînî cîh. Mesela divê tu bixwînî. Ne wisa? Erê. Gava ku sergîn diqedin, dawiya wan tê, li erdê gelek peyn dimîne. De îcar wekî ku sergîn kêrî mêriv tên, em wan bişibînin gotinên bi qîmet. Ew gotin motinên bêpere, yên ku me got di feysboq'ê da her pêk tên, ew jî jixwe peyn in.

Belê, min feqîrî jî, vaye hûn dibînin, hewl daye ku ez li vir, di vê sîteyê da binivîsim, hêvîdikim ezê tiştên baş û xweş binivîsim. Bizanibin ku çi ji destê min were ezê daynim ser sifrê, êdî hûn bi Xwedayê xwe. 

Ez kî me? Yan, na na, em vê pirsê bi vî awayî na, lê bi awakî din bipirsin. Ez kî nîn im?

Belê, ez kî nîn im? Ez ne alim im, ne seyda me, ne şêx im, ne mela me. Ez ne profesor, ne mamoste, ne xoce û ne zane me. Hela hela, ez teqez întelektûel nîn im. Rast e, min jî wextekî dixwest ku ez bibim filan tişt bêvan tişt. Lê demekê şûnda min pê derxist ku ew tiştên ez dixwazim bibim, her der bi wan tijî ye. Îcar çawa tijî: heta ser lêvan. Tijî qûç! Baş e, min got, wekî rewş ev e, ne hewce ye ez jî bibim filan tişt. Mesela, kî hewceyî alimtiya min, şêxtiya min e? Qet tu kes jî nîn e. Jixwe îro tu li civata me Kurdan dinihêrî, Xwedê bereketa xwe li navxistiye, kî alî dizvirî, mamoste, kî alî vedigerî zaniyar... Xwe didin ber televîzyonê, tiştekî du tiştan dibihîzin, subê radibin, wan gotin motinên ku duh êvarê bihîstine nola tûtîyekê dubare dikin, çawa ku fikr û ramanên wan bixwe bin. Na bavo na, min ne lazim e. Ez tu kes jî nîn im, bes Xarmaxozan im.

Bes e, di nivîseke din da emê dîsa hevdu bibînin. Bimînin di xêr û xweşiyê da.

No comments:

Post a Comment